Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sivikatî bi zanistê

17:00 - 20 Nîsan 2020

Kerîm Perwîzî

Serdemanekê, ji hatina belaya Xumênî bo nav Îranê de, hin kesên nezan dabûne zanîn ku wêneya Xumênî di nav heyvê de tê dîtin û di niha de jî ji hatina belaya Korona bo Îranê, li ser bingeha wê şêwaza nijadperestane, emrazên peydakirina vîrûsê di mewdaya 100m de pêşan didin!

Destpêk û dawiya wê rejîmê yek tişt e û ew jî henekkirin û sivikatîkirin bi zanistê ye. Di her bela û malwêraniyekê de jî, yekem qurbanî zanist û têgihîştin e û eva ku bi berdewamî tê berfirehkirin, “xurafat” û gêjbûn e. Çavkaniya rejîma Wilayeta Feqîh bi nezanînê ve tê avdanîkirin.

Demek ku xelkê Îranê ji zilma siyasetên desthilata Pehlewî bêzar bibûn û bav û kur, Riza û Mihemedriza, 50 sal zilim bi wê xelkê kiribûn û hemû gelên Îranê tepeser kiribûn, xelk êdî li pey azadiyê û rizgarkerê xwe bûn. Di wan cure deman de ku xelk seha bêhêziyê dikin û bedbextî pêsîra wan digre, li pey pencereyeke biçûk digerin ku hêviyê bibexşîne. Di sala 1357 a Rojî de û nemaze di wê serdemê de ku emrazên gihandina zaniyariyan gelek ji ber dest nebûn û nezanîna hindek xelkan dibûne çavkaniya nanderanîn bo fêlbazan, wisa hate belavkirin ku wêneyê Xumênî di nav heyvê de hatiye dîtin û bi wî awayî rûyeke sihrayî bi Xumênî yê tawanbar bexşî, lê di kiryar de Xumênî heman kes bû ku digot bişkînin wan pênûsan û bibirin wan zimanan û fermana cîhadê li dijî Kurd da.

Di niha de ku belaya Korona hatiye û pêsîra neteweyên Îranê girtîye, dûbare rojreşî û bêçareyî givaş bo wan anîye û xelk li pey pencereyekê bo rizgarkirian canê xwe digerin.

Dûbare belayek din jiyana xelkê ji wan kire jehra tal û bo bidestanîna pariyek nan dibe dehan meydanên mînrêjkirî yên Koronayê derbas bikin û ji wê hindê xatircem nînin ku şev bi saxlemî dizivirin cem zarokên xwe yan jî ne?

Di rewşên wiha de Spaha Pasdaran û demudezgehên rejîmê ku bi veşartina rastiyan û bi siyasetên xwe yên dijî mirovî, belaya Koronayê wek xelat bo xelkê anî, û di dema ku çi destê wan nayê hawara xwe dibine ber kevnarperwerî û xurafatan.

Belaya Koronayê deriyê cihê kasibkariyê û ziyaretgehan li rejîma Îranêl daxist, lê bi awayekî din her dixwazin dijayetiya zanistê bikin û rojane berhemên dije zanîn û hişyarî di nav bazaran de belav dikin.

Wezareteke wekî Wezareta Tendirustî ku dibe zanistirîn dezgeha hikûmetî di Îranê de be, ji destpêkê ve heya niha dehan raporê nezanistî daye û heta li destpêkê digotin ku wan dermanê rasteqîneya Koronayê peyda kirine û heta dê bo derve jî bişînin! Yan parek ji nezanperestên hakimyetî wisa bas dikirn ku nexweşiya Korona nagihe mezargehan, û baregehên Qum û Meşhed bi xwe dijî Koronayê ne!

Nezanperestî û xurefat di du cihan de gihîştiye lûtke! Wê dema ku Xamineyî bi ew qasê nezanî û bi neçarî ku herifîna rejîma xwe bi çavê xwe dibîne, hasara xwe bo “Cin”an bir û ragihand ku wan “Cin”an êrîşê ser rejîma wî kirine! Di rastî de eve mêjiyê Xamineyî bixwe ye ku “Cin”an destê xwe lê daye!

Di rojên derbasbûyî de jî, Spaha Pasdaran bi bêşermiyê ve, emrazeke peydakera “filêz”î anîbû ku berê bo peydakirina zêr û xezîneyan di nav goristanên Îranê û bo talankirina şûnwaran mifah jê werdigirtin! Ew emraz a peydakirina “Filêz”an wekî peydakerê Korona pêşan didan ku ji dûriya 100m ve, vîrûsa Koronayê peyda dike!

Ew kiryara Spaha Pasdaran ew aliyê natewaniya wan e û herwisa bi gêlzanîna xelkê nîşanê rejîmê da û belkî besîciyekî bêmêjî bawer bi axavtinê Spahê bike, lê hemû cîhan dizane ku Spah mijûlê direw û belavkirina xurefatan e. Her çawa Encûmena “Fîzîk” a Îranê ragihand ku ev kiryara Spaha Pasdaran henekkirin bi sînorên zanistê bû û herwisa “Fîzîk”zaneke din got, bi wê karê Spaha Pasdaran hemû cîhan ji Îranê û Spaha Pasdaran dikene.

Çil sal e ku ew rejîme tenê xurefatan belav dike û sivikatiyê bi hemû destketên zanistê dike, lê niha hemû cîhan agehdarê  nezanî û nezanperestiya wan bûye.