Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîstema GPS li hinek cihên Îranê de rastî pirsgirêkên micid hatiye

11:39 - 19 Tebax 2025

Piştî şerê Îsraîl û Amerîka digel rêjîma Îranê, sîstema GPS li Îranê de rastî sekinînê hatiye û tevî ku li hinek cihan de ev sîstem kar dike lê şaşiyên li diyarîkirina cihan her berdewam bûye û pêka raporên belavbûyî, li wan çend rojên dawiyê bi taybet li parêzgeha Têhran û parêzgehên bakûrê Îranê de sîstema GPS li nîşandana hinek cihan de heta nêzî 100 kîlometran bi şaşî diyarî dike.

Pêka wan raporên belavbûyî, alozbûna sîstemja GPS bûye sedem ku pirsgirêkên gelek micid li veguhastinên li nav wan parêzgehyan de hebin û heta pirsgirêka qutbuna torên mobaylan jî li wan parzgehan de heye.

Berpirsên rêjîmê belav kirine ku bi sedemên ewlehî û serbazî, sîstema GPS aloz kirine. Rêjîma Îranê îdia dike ku bi rêya sîstema GPS ev derbên giran lêkevtine.