
Bi sedema qutbûnên lipeyhev û çendîn demjimêrî, xelkê bajarê Ciwanroyê li Rojhilatê Kurdistanê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li rûberûyê îdareya berq a rêjîmê kom bûn û daxwaza bersivdana lezgîn a berpirsên pêwendîdar kirin.
Heşîmeta zaf ji xelkê wî bajarî ku li rûberûyê vê îdareya rêjîmê de kom bûne, ragihandine ku berq lipeyhev tê qutkirin û ti bernameyeke ragihandî bo qutkirina berqê nîne û bi awayê xosereane û bê agehdarkirina berê, berq tê qutkirin.
Li hewayê gerim de nebûna berqê xelkê bêzar kiriye, alavên berqî yên xelkê bi sedema guherînên lipeyhev ên voltaja berqê dîşewitin û xwarin li dukanan û herwisa li yexçalên malan de ji xirab dibin.
Ji aliyê din ve wezîrê wize ya rêjîmê di cihê dabînkirina berqa xelkê, li axaftineke bêşermane û henekkirina bi xelkê Îranê, ragihandiye ku firotina berqa Îranê bi welatên derdor, bûye sedema xweşbijîviya xelkê Îranê.