
Pêka raporên belavbûyî yên mafê mirovî, rêjîma Îranê ji destpêka sala 2025 a Zayînî ve heta niha anku li heyama kêmtir ji 8 heyvan de zêdetir ji 800 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine ku 22 ji wan, jin bûne û yek jî zarok bûye.
Li rastiyê de amara serast a bidarvekirinan li Îranê de gelek zêdetir ji wan amarên belavbûyî ye rêjîmê ji destpêka şerê 12 roje de dehan hezar kes bi tohmetên wek sîxurî an alîkarî digel Îsraîl binçav kirine ku xuya nîne heta niha çend kes ji wan bi awayê nihênî, bidar vekirine.
Pêka dawî amaran bi tenê li roja Duşemî 27ê Gelawêjê, 9 girtiyên din jî hatine bidarvekirin û 13 kes jî bo bidarvekirinê bo odeyên takekesî hatine veguhastin bi vê pêkê zêdetir ji 140 girtî ji destpêak heyva Gelawêjê ve hatine bidarvekirin.