Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şivrê hilbijarî yê gundekî ser bi bajarê Urmiyê hat girtin

15:40 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Şivrê gundê “Şêyîtan Ava”a ser bi bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyan ve hat girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, çend rojan berî niha Ferdîn Mêhrab ku teze bo şirvê gundê “Şêyîtan Ava”a ser bi devera Dulê hatibû hilbijartin, ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ser bi Urmiyê hat destbiser kirin.
Bi gotina kesê hayîdar, Ferdîn Mêhrab bi hukma evê ku Kurd bû û li hember de berbijêrek din bi navê “Hêyîder Elî” ku Azerî bûye û deng neaniye, tomet bo Ferdî çêkiriye.
“Hêyîder Elî Husênî” bi alîkariya herjmarek li dest û pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê li gundê Şêyîtan Ava wajo li ser Ferdîn Mêhrab kom kiribûn û bi alîkariy yek ji partiyên opozîsyona rejîma Îranê hesibandine.
Ferdîn Mêhrab heyamê 6 rojane hatiye girtin û li girtîgeha îdareya Îtilata rejîm li bajarê Urmiyê hatiye ragirtin.