Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîxurekî rejîma Îranê li Bakoyê bi 15 salan zîndan hat mehkûmkirin

20:40 - 12 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Îranî akinciyê komara Azerbaycanê bi sûça “Sîxurî bo rejîma Îslamiya Îranê”, bi 15 salan zîndanî ceza dan.


Li gor rapora nûçegihaniya Feranse, “Behram Feyzî” hevwelatiyê Îranî akinciyê komara Azerbaycanê ku berwara 29’ê Adara 2013’an hatibû girtin, bi 15 salan girtin hat mehkûmkirin.
Dozgeriya komara Azerbaycanê hevwelatiyê han bi sûça sîxurî bo rejîma Îslamiya Îranê û alîkarê îdareya Îtinata Sipaha Pasdarên vê rejîmê, bi mebesta pîlandanandin bo teror û êrîşkirin bi ser balwêzxana Îsraîlê di vî welatî de û her wusa bi tawana hilgirtin û kirîn û firutina madeyên hişberî bi 15 sal zîndan hat mehkûmkirin.
Dadigahîkirina sîxurê rejîma Îranê li welatê Azerbaycanê ji aliyê komara Azerbaycanê ve li destpêka meha Îlona îsal ve dest pêkiribû.
Hemwelatî han yê Îranî sala 2006’an çûye bajarê Bakoyê û piştî salekê di vî bajarî de jiyana hevper pêk aniye.
Rejîma Îranê ji aliyê welatên deverê bo desttêwerdan li karubarê welatên Rojhelata Navîn sûçdar kirin û salane dehan hevwelatiyên Îranî akinciyên welatên din bi sûça alîkarê rejîma Îranê û sîxurî bo Sipaha Pasdarên rejîm tên mehkûmkirin.