
Pêka nûçeya gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê roja Şemî 13ê Xakelêwe, li gundê “Bilekê” yê girêdayî bi bajarê “Bane”yê, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, bi hêzekê zêde ve êrîşkiriye ser wî gundî û 180 ser pezê welatiyan zewt kirine.
Di girte vîdiyoyekê de ku bo “Kurdistanmedia”yê hatiye şandin, hêzên Spaha Pasdaran, keriyek ji pezê welatiyan li gundê “Bilkê” dane pêşiya xwe birîne û ajelên welatiyan talan dikin.
Çavkaniyek agehdar bi “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye ku hêzên Spaha Pasdaran bi fermana pasdar “Rastgo” hêcet ji xelkê giritine û givaş xistine ser wan.
Pêka gotina wê çavkaniya agehdar, pasdar “Rastgo” bi azardan û êrîşkirin li ser mal û milkê xelkê, dixwaze tirisê bêxe nav dilê wan.
Herwisa vê çavkaniyê bas ji vê yekê jî kiriye ku ew Fermandê Spahê di kuştina Kolberan de jî rol heye.