
Kurdistanmedia :Hêzên serkutker yên Spaha terorîstî ya Pasdaran bi alîkariya pêşniwêj û nûnerê Weliyê Feqîh di bajarê Pawe de, pêşî ji birêveçûna festîvala salane ya “Henar”, di wî bajarê de girtin.
Pêka nûçeya ku gehiştiye nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, festîvala salane ya “Henar”, li bajarokê Bayegan a ser bi bajarê Pawe ku ji aliyê komek ji çalakvanên ferhengî û Kompaniya “Te`awiniyê Nîk Endîşan” a wî bajarokî, bo roja Înê 18`ê Xezelwerê hemberî 9`ê “November”ê, bi pişikdariya çendîn bajarên Kurdistan û Îranê hatibû rêkxistin, ji aliyê serkutkerên Spaha Pasdaran ve bi alîkariya Mela Qadirê pêşniwêj û nûnerê Weliyê Feqîh li bajarê Pawe hate hilweşîn.
Dijayetiyên Mela Qadir Qadirî û hêzên Spaha Terorîstî ya Pasdaran li ser birêveçûna vê festîvalê bo çend rojên derbazbûyî vedigere, ku Mela Qadir û Nûçegihanên nêzîk li binajoxwazên rejîmê di bajarê Pawe, bi tundî gilî û gazindeyan li birêveçûna festîvala çend roj pêş ya devera Hewremanê girt.
Roja Pêncşemî 26`ê Rezberê hemberî 18`ê “October”ê, û roja Înê 27`ê Rezberê hemberî 19`ê “October”, festîvala “Henar” li du gundê “Silên” û “Naw” li devera Hewremanê bi pişikdariya hezaran kesî di bajarên Kurdistan û Îranê de bi rê ve çû, û
nûnerê rêberê rejîmê di niwêja Înê de bi tundî êrîş kire ser birêveçûna vê festîvalê, û birêveberên festîvalê.
Pêşniwêjê Înê yê bajarê Pawe di beşeke din a qisên xwe de gotibû: “Me wiha rêûresmek tunebûye ku keç û kur bi hev re kom bin, û têkelî hev bin, û bibe sedema serhildana kêşeyan, ew rêûresmane li dewleta niha û dewleta pêştir de jî bûne carr.
Festîvala “Henar”a salane li cihên cuda-cuda yên deverên “Hewreman”a Rojhilata Kurdistanê bi pişikdariya hezaran kesî ji xelkê Kurdistanê û seranserê Îranê bi rê ve diçe, ku gellek caran navendên emniyetî yên rejîmê kêşeyan ji bo birêveçûna festîvalê dikin, an jî rê ji birêveçûna festîvalê digrin.