Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sporvanên Parêzgeha Kirmaşanê hezar û 57 medaliya bidest xistine

16:34 - 12 Gulan 2015

Kurdistan Media: Cihgirê îdareya Werziş û Lawan ya parêzgeha Kirmaşanê ragihand ku sporvanên vê parêzgehê li heyama yek saa derbasbûyî de karîne yek hezar û pêncî û heft medaliyayan di asta Îran û derwe de bidest bixin

Celal Ezîzî, Cihgirê Îdareya Werziş û Lawan ya parêzgeha Kirmaşanê eşkere kiriye ku di sala 1393an de sporvanên vê parêzgehê karîne 7 mîdalyayan li asta Asiya û derweyî welatên Asyayî, 7 mîdalyayên Asyayî ên “înçon”, 16 medaliya li palewanetiya parzemînan, 21 medaliya li rikeberiyên navnetewî de, 30 medaiyayên qehremanetiya cîhanî û 976 medaliya jî li qaremanetiyên navxweyî û deverî de bidest xistine.

Navhatî herweha daye zanîn ku di sala derbasbûyî de 70 hezar sporvanên parêzgehê di van rikeberî û qaremanetiyan de beşdar bûne.

Ezîzî di herweha daye zanîn ku I arêzgeha Kirmaşanê de 48 lîjne û nawendên werzişî çalakiyê dikin û di heyama sala 1393an de, 279 sporvan ji aliyê van lîjneyan ve ji bo urdiya hilbijartiyên Îranê hatine gazî kirin û piştî pirove û hînkirinê, 148 kesan kariye derbasî refa hilbijartiyan bibin.

Wî berpirsî eva jî eşkere kiriye ku niha parêzgeha Kirmaşanê şiyan û karîna wê heye ku li warên werzişî de di ulempiyada 2016an a Birzîl (Riyo) debeşdariyê bike. Herweha dikare vê îmkanê jî pêk bîne ku li 18 rişteyên werzişî yên din de li rikeberiyên Asiyayê (2018)de jî sporvan û nûner hebe.