Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnvarên dîrokî yên Kurdistanê, di bin metirsiya li navbirinê de ne

13:24 - 15 Şibat 2014

Kurdistanmedia: rayedarên nawendên girêdayî mîrasên çandî û şûnvarên dîrokî ên parêzgehên Kurdistana Îranê, tu pêragehîştinekê ji şûnvarên dîrokî û çandî ên Kurdistanê re nakin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; Bodrî Bedrî Feqere Qa, yek ji şûnvarên dîrokî ên kurdistanê ye ku bi hegera girîngî pênedana nawendên girêdayî rejîmê we, derheq parastin û nûjen kirina wan, metirsiya li navçûnê li ser wan e.

Şûnvarê dîrokî yê Bodrî Bedrî Feqere Qa ya bajarê Mehabadê, vedigere bo hezarên berî zayînê û niha bi sedema guh nedana rayedarên rejîmî bo pêragehîştina wê, ber bi nemanê we diçe.

Şûnvarê Bodrî Bedrî Feqere Qa, li parêzgeha Urmiyê, li bajarê Mehabadê ye. Jinavbirina şûnvarên dîrokî yên Kurdistanê ji aliyê rejîmê we berdewam e û bi vê siyaseta han cehda asimîlekirina pêşîneyên dîrokî ên netewa Kurd dide.

her di vê derheqê de, raportên veşandî bas ji vê yekê dikin ku şîrketa ava parêzgeha Zencanê, ji 50î kîlometriya bajarê Bîcarê, mijûlî çêkirina bendawekê ye ku bi vê hincetê 18 şûnvarê kevnar yê vê herêmê dikevin bin avê û li nav diçin.