Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye: 189 kes hetin kuştin

14:14 - 1 Hezîran 2013

kurdistanmedia: Di şer û pevçûna navbera Arteşa Azad û rejîma Sûriyê de 189 hatin kuştin.
Komîteyên Hevrêzên navxweyên opozîsiyona Sûriyê ragehand, roja înê 31,ê Gulan a 2013,an, di deverên cur bi cur ê Sûriyê şer û pevçûn hate gorê û di encam de 189 kes hatin kuştin.
Herweha komîteyên Hevrêzên navxweyên opozîsiyona Sûriyê bilavkir, deverên derdora Demîşqê 60 kes hatine kuştin, 50 kes li girtîgeha nawendî a Helebê de hatine kuştin û herwisa 19 kes jî li devera Qetanê de bi eşkence hatine kuştin.
Roprta ku komîteyên Hevrêzên navxweyên opozîsiyona Sûriyê bilavkiriye têde hatiye, rejîma Sûriyê bi balafirên şer 386 dever bombebaran kirin û 99 dever jî rastî êrişên bi roketan hatin.
Her di vê pşywendiyê de Komîteyên Hevrêzên navxwe ragihand, di 127 deveran de, şer û pevçûn di navbera hêzên Artêşa Azad û hêzên rejîm Esed de derket.