Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye: Adar meha herî bi xwîn bûye û şam disan hat bombebaran kirin

13:46 - 3 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: çavedêriya mafê mirov li Sûriyê meha Adarê herî bi xwînavtirîn rojigar bo hevwelatiyên Sûriyê hesibandiye û bajarê Demişq ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hat bombebaran kirin.
Li Sûriyê di heyva adarê 2013`an de (6) hezar kes di encama şer û pevçûnan de hatine kuştin, bi vê yekê heyva adarê bi heyva herî bi xwîn piştî du salan şer hatiye jimartin.
Birêvebirê rawengeha sûrî ya mafê mirov Ramî Ebdulrehman ji ajansa Frans presê re ragihandiye ku: herjmara kuştiyên heyva adarê gihîştiye 6 hezar û 5 kuştî û her weha ev meh dibe ya herî xwînewî ji destpêka şer di nîva sala 2011`an de.
Her weha rawengehê aşkira kiriye ku di nava kuştiyan de 3480 sivîl û di nava wan de jî 298 zarokên jêr 16`e salî û 291 jin û 1400 çekdarên dijber hatine kuştin.
Her weha di heyva adarê de 86 serbazên cudabuyî û 1464 endamên artêşa hikûmetê hatine kuştin.

Rawengeha sûrî ya mafê mirov ev jî diyar kir ku 387 kesên nenas yên bê nasname hatine kuştin û 588 çekdarên bê nasname ku di nav de ji regezên din jî hene û ne Sûrî ne mirine.
Ji aliyê hêzên Beşar Esed ve Paytextê Sûriyê hat bombebaran kirin

Çalakvanên Sûrî radigihînin ku hêzên rejîma Beşar Esed êrîşeke giran û bombebarankirineke asmanî li Demişqa paytext û derdora wê destpê kiriye.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, hêzên Beşar Esed taxên Jober, Berzê û Qabûn li bakurê Şamê bombe kiriye.

Çavdêrîyê herwiha ragihand ku êrîşeke asmanî ji alîyê hikûmetê ve li ser devera Mleyha ji derveyî paytextê pêk hatîbû.
Maath el Shami, çalakvanekî devera rohilata Gûta, dibêje ku çend êrîşên asmanî li deverê dabûn.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan herwiha ragihand ku rejîma Beşar Esed êrîş biriye ser deverên li jêr destê serhildayan li bajarê Humsê yê naverasta Sûrîyê û bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê.
Neteweyên Yekbûyî dibêje, bêtirî 70 hezar kes di şerê navxweyî de li Sûrîyê ji Adara 2011’ê hatine kuştin.