Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye ji çiraya kesk heya hêla sor

13:10 - 26 Îlon 2013

Selam Îsmaîlpûr

Detstêwerdana kavilkarane ya Îranê li nav karûbarên Sûriyê de ber bi zêdebûnê ve diçe.

Di vê navberê de axavtinên berdewam ên berpirsyarên leşkerî û siyasî ên rejîmê, derheq rol û pêgeha rejîma Sûriyê û rejîma Be’s ya wî welatî li sitratejiya ewlehiya Komara Îslamiya Îranê de, vê yekê îsbat dike ku şerê Sûriyê girêdaneke tewaw bi Komara Îslamiya Îranê ve heye, wate şerê Sûriyê bo Komara Îslamiya Îranê şerê man û nemana wê bixwe ye, lewra desthilgirtina Komara Îslamiya Îranê ji piştevanîkirina Beşar Esed tenê vê demê dikare îmkan hebe ku garantiyeke tewaw ji Amerîka û Rojava werbigre bo parastina xwe li hemberî her êrîşeke navxweyî û derveyî, ku ew yek jî li rewşa îro ya siyasî ya herêm û cîhanê di gel eqil û lojîka siyasî li netebahiyê de ye.

Ew giringiya Sûriyê bo Komara Îslamiya Îranê demekê dest pêkir ku Komara Îslamiya Îranê her ji destpêka ku hate ser kar, wek hêzeke dijî Îsraîlî û piştevanê Felestiniyan hemû bingehên îdeolojîk ên xwe bi dijberîkirina Îsraîlê re girêda.

Herweha gefxwarinên li dijî Îsraîlê hertim wek şemşîra Dêmoklês lê hatiye, ku li hemberî gefên Rojava li dijî Îranê bikar hatiye.

Bo vê meremê jî wan ji Sûriyê wek şarêya veguhastina alîkariyên locêstîkî û çek û teqemeniyan bo Hizbullaha Lubnan û girûpên cîhadî ên Felestînê mifah sitandine. Sûriye di şerê Îran û Îraqê de, tenê welatê Erebî bû ku piştevaniya Îranê dikir, ku sedema wê jî vedigere bo tirsa Hafiz Esed û Partiya Be’s ya Sûriyê ji Partiya Be’s ya Îraqê. Şerê Îran û Îraqê dibû sedema vê ku partiya Be’s ya Îraqê nekare ku zextê bixe ser rikeberê xwe wate Sûriyê û di rastî de bala zêdetir bo aliyê Îranê rabikêşe.

Ew hevkêşe bi awayekî xwezayî pêwendiyeke sitratejîk di navbera Îran û Sûriyê de pêk anî û Îran li çavê deshilatdarên Sûriyê de kire hevalbend û piştevanê heta ser.

Herweha Îran û Sûriyê li Lubnan û Felestîn û sînorên Îsraîlê de jî komek armanc û berjewendiyên hevpar hebûn ku pêwendiya di navbera wan de qahîmtir kir.

Niha Komara Îslamî serbarê hewlên xwe bona mayîna Beşar Esed bi her nirxekê gihaye vê armancê ku zû yan direng deshilata wê bidawî tê û divêt di bîr û hizra alternatîvekê bona parastina berjewendiyên xwe di herêmê de be, lewra ji aliyekê ve bi pêkanîna girûpa çekdar ya taybet bi Elewiyan dixwaze ku di pêşeroja Sûriyê de beşek ji hevkêşeyê be û ji aliyek din ve bi hilkirina çiraya kesk bo Rojava, bi taybetî piştî hatine ser kar a Rûhanî, dixwaze ku vê mesajê bide wan ku li egera gerentîkirina berjewendiyên wê li pêşeroja Sûriyê de, bo sat û danûsitandinan li ser qedera Beşar Esed jî amade dibe.

Gotinên wan dawiyane ên Refsencanî li derbarê daneberheva Beşar Esed û Sedam Husên û kîmyabarankirina “Xûte” di gel “Helebçe”yê mînakek ji wan çirayên kesk in ku dixwaze bêje Rojava ku li navxwe a rejîma Îranê de hevhizriyeke tewaw li ser piştevaniya heta ser ji rejîma Sûriyê tuneye.

Ehmed Wehîdî û Qasim Silêmanî du fermanderên pêşîn û niha ên rêkxirawa terorîstî ya Sipaha Quds hişdarî dane Rûhanî ku helwestên dewleta 11’emîn nabe cuda ji helwestên wan ên pêşîn di Sûriyê de bin. Ew gefxwarin eşkere dike ku alîgirên piştevaniya bi bê qise ya rejîma Îranê ji Beşar Esed dixwazin çirayên kesk, hêlên wan ên sor derbaz neke.