Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye rê nade tîma NY ya vekolîna kîmyayî

15:19 - 9 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: sûriyê rê nade tîma Neteweyên Yekbûyî ku ji aliyê Ban Kî Mon vê hatibû diyarî kirin ji bo vekolîna çeka kîmyayî.

Wezîrê deveyî Sûriyê ragehand, rejîma Sûriyê tîma Neteweyên Yekbûyî ku bo vekolîna çeka kîmyayî nikare serdana Sûriyê bikin.

Nûçegeyaniya fermî a rejîma Sûriyê ragehand, “welît Muelim” wezîrê dereve ya wî rejîmî ragehandiye tîma ku Ban Kî Mon serkerterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî pîşniyar kiriye bo vekolîna çeka kîmyayî li Sûriyê ku rejîma Sûriyê çeka kîmyayî bikar aniya îzna wan nahê dan bêne wî welatî.

Hikûmeta Şamê bi xwe daxwaz kiribû ku Neteweyên Yekbûyî lêkolînê bike li ser îdîayên bikaranîna çekên kîmyayî li wî welatî.

Li roja 20\'ê Adar a 2013’an, Şamê ji NY xwest ku lêkolînê bike li ser bikaranîna çekên kîmyayî ji layê hêzên serhildayan ve.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî mon roja Duşemî got, tîma NY amade ye di nav 24 demjimêran de were şandin bo Sûriyê. Lê belê birêz Ban got ku tîm hîn li hêvîya pejirandina hikûmeta Sûrî ye.