Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye/ 176 kes di Adarê de bi sedema eşkencê hatin kuştin

15:22 - 8 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê meha derbasbûyî de 176 girtî di girtîgehên rejîma Beşar Esed de hatine kuştin.

Tora Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand: Tenê di meha Adar a 2014’an de, 176 hemwelatiyê Sûrî seba eşkencê di girtîgehên rejîma Sûriyê de hatine kuştin.

Tora han li gor çavkeniyeke hayîdar bilav kir, di encama eşkencên hêzên rejîma Esed di hinek heyvan de 500 girtî di girtîgehên rejîm de dimrin, lê di meha Adarê de 176 kes di bin eşkenceyên hêzên rejîma Be’s a Sûriyê de canê xwe ji dest didin.

Li gor nûtirîn amarên Tora Mafên Mirovan ya Sûriyê, di nav wan kuştiyane de 2 jin, 2 pîzişk û zarokekî 16 salî berçav dikevin ku bi destê hêzên rejîma Beşar hatine eşkence kirin û canê xwe ji dest dan e.