Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye/ 60 peyamnêr êsîrin, an wunda bûne

19:31 - 11 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi giştî hejmara peyamnêrên êsîr û wunda bûnî li Sûriyê 60 kes in, welatê han bûye tirsnaktirîn welatê Cîhanê bo peyamnêr û rojnamevanan.

Saziya Peyamnêrên Bêsinor (Reporters Sans frontières-RSF) ragihand ku du sal û nîv berî şerê bi xwîn ê di navbera mixalifên çekdar ên Sûriyê û hêzên ewlekariyê yên wî welatî de, niha Sûriye yek ji xetertirîn welatên cîhanê ye ji bo peyamnêran.
Saziya navbirî di raporta xwe de destnîşan dike ku rojnamevanên Sûrî û biyanî ne tenê rûbirûyê pirsgirêkên ku ji aliyê dewletê ve çêbûne. Mixalifên çekdar ên Sûriyê li herêmên azad bûyî de jî rojnamevanan wek dijminên xwe dihesibînin û li dijî wan derdikevin.
Di rapora Saziya Peyamnêrên Bêsinor de hêzên çekdar ên komên Îslamî yên radîkal weke ’’Cebhetul Nusra’’ a girêdayî Elqaîdeya Sûriyê û herwiha ’’Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê’’ ku ew jî girêdayî Elqaîdê ne, niha mezintirîn dijminên rojnamevanan in.
Ew komên çekdar bi revandina peyamnêr û rojnamevanan wan ji bo mebestên xwe yên propagandeyê bikartînin yan jî li hember azadiya wan daxwaza pereyan dikin.
Di raportê de herwiha hatiye gotin ku ji meha Adara 2011’an ku mixalefeta bi Beşar Esed re destpê kiriye heta niha li wî welatî 110 peyamnêr hatine kuştin. Tê gotin ku %81 qurbaniyan ji aliyê hêzên girêdayî dewletê ve hatine kuştin.
Di berdewamiya raportê de tê gotin ku niha zêdeyî 60 peyamnêran di destê hêzên cuda cuda yên ser bi dewletê û komên Îslamî yên mixalifên rejîmê de yan jî êsîr û wenda ne. Ev yek jî bûye sedem ku êdî peyamnêr neçin Sûriyê.