Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye/ Di şer û pevçûnekê de 157 kes hatin kuştin

16:09 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Beşar Esed bi çekên giran li çendîn cihan êrîşkirine ser muxalifên rejîmê û di encam de 157 kesan jiyana xwe ji dest da.


Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên rejîma Sûriyê li çendîn bajarên Sûriyê êrîşkeke berbilav kirine ser muxalifên rejîma Beşra Esed û di encam de 157 kes hatin kuştin ku di nav de 18 zarok û 10 jin berçav dikevin.
Li bajarên Şamê 81 kes, Derayê 31 kes, Deyr\'uz Zorê 14 kes, Rakkayê 6 kes, Lazkiyeyê 6 kes, Îdlîbê 5 kes, Halebê 5 kes, Hamayê 4 kes, Humsê 2 kes, Hasekeyê 2 kes û Kuneytrayê 1kes, jiyana xwe ji dest dan e.
Di vê daxuyaniyê de hatiye bilavkirin, di nav wan 157 kesane de 42 kes endamên Arteşa Azad a Sûriyê ne.
Şer û pevçûn di Sûriyê de dom dike û rojane çendîn kes tên Kuştin û birîndarkirin û her wusa aware û penaber dibin û her diçe rewşa xelkên Sûriyê xiraptir dibe û birçîbûn û awareyî di nav wan de diyar dibe.

Di vê pêwendiyê de saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, piştî nêzîk 3 salan şer û pevçûna rejîma Esed û muxalifan, piraniya xelkê Sûriyê hejar bûn e.
NY da zanîn, ji bilî wan koçberan e ku derketine derveyî Sûriyê, nêzîkê 8 milyon kes li ser xeta hejariyê dijîn û 5 milyon kes jî di hejariyeeke kûr de dijîn.
Rêxistinê zêdebûna rêjeya hejariyê li Sûriyê vegerande wê yekê ku piraniya koçberên li hundirê Sûriyê ku hejmara wan nêzîkî 6 milyon e, diravên xwe xerc kirine û êdî nikarin debara jiyana xwe peyda bikin.
Berî du rojan, nûnerê taybet yê NY û Komkara Erebî bo karûbarên Sûriyê Exzer Îbrahîm gotibû ku bandora kirîza Sûriyê li ser nîvê gelê Sûriyê hebû.