Pêka rapora kanala Telegramî ya “Resed a Belûşistan”ê 300 çekdarên “Fedayî” ên Talibanê li Îyaleta “Nîmrûz”a Efxanistanê li nêzî sînorê Îranê cihgîr kirine.
Di rapora wê kanala Telegramî de hatiye: “Piştî şer û pevçûn di navbera Hêzên Taliban û hêzên rejîma Îranê li sînorê Îran û Efxanistanê li devera sînoriya “Şuxalek”, berpirsên Talibanê zêdetir ji 300 kes ji çekdarên xwe ên “Fedayî” di wilayeta Nîmrûz de cihgîr kirine ku di rengehiya destpêkiriya dubare ya şerê sînorî de beşdarî di wî şerî de bikin.
Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Hatûçûna hêzên Talibanê li ser xala sifra sînor gelek zêde bûne û ofîsa Parêzgarê Nîmrûz gelek nêzî xala sînorî ye”.
Di şerê navbera çekdarên Taliban û hêzên sînoriyên Îranê de, binkeyek leşkerî ya rejîma Îranê kevtibû destê hêzên Talibanê û fermandeyê wê binkeyê jî bi dîl hatibû girtin lê rejîma Îranê ew êrîşa Talibanê bi şaşiyek sînorî da xuya û got: “Hêzên Talibanê wa hizir kirine ke ev dever axa Efxanistanê ye.
Rejîma Îranê li derheq kuştî an birîndarên wî şerî ti amarek belav nekiriye, di halekê de beşek ji laşê mirovan di girte vidyoyên belavbûyê de dihate dîtin.