Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taxa “Nayser” a Sineyê ji gelek xizmetguzariyên despêkî hatiye bêparkirin

10:37 - 19 Çirriya pêşîn 2021

Taxa “Nayser” a ser bi bjarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, tevî vê ku ji gelek xizmetguzariyên destpêkî hatiye bêparkirin, %30 zarokên wê taxê ji mobaylên zîrek bê par in.

Hatiye zanîn ku ew taxa Sineyê ji xizmetguzariyên wekî ava vexwarinê, îmkanatên hînkarî û werzişî, park, navenda hawarhatinê û herwisa şeqam û kolanên neqîrkirî û pir ji çal hatiye bêbeşkirin.

Herwisa averoya gemar a wê taxê jî ku gef e li ser can û jîngeha xelkê, servekirî ye û bêhna wê û ava gemar nexweşiyên pîs li pey xwe ve tîne.

Tê zanîn ku heta niha çendîn caran li derheq pêranegihîştina berpirsan bi wê taxê sikala ji aliyê xelkê wê taxê ve hatine tomarkirinî, lê berpirsên pêwendîdar ên rejîmê ti bersivek wan nedane.

Taxa “Nayser” li çendîn KM bajarê Sineyê hilkevtî ye û heşîmeta wê zêdetir ji 80 hezar kesê ye.

Ew taxe tevî vê ku yek ji mezintirîn taxa Sineyê ye, rejîm û berpirsên pêwendîdar ti girîngiyekê pê nadin.