Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taxên leşkeriyên bajarê Merîwanê ji aliyê rejîma Îranê ve hat ewlehîkirin

15:40 - 22 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Merîwanê cihên akinciyên dercedar û farmandên Sipaha Pasdaranê bi tewawî hat ewlehîkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li bajarê Merîwanê ew cihên ku endamên dercedarên Sipaha Pasdaran têde akincîne, sîmxardar devra wan hatiye kişandin û pişkek ji dîwaran hatine bilindkirin.
Derdora kolana îdareya Keraba ku bi zorî malên sazmanî têde hatine çêkirin, ji aliyên hêzên rejîm ve bi tewawî hatiye ewlehîkirin û nahêlin xelk û tirombêl di vê taxê de hat û çûnê bikin.
Hevwelatiyekî bajarê Merîwanê bi malpera Kurdistanmedia ragehand, Sipaha Pasdaran di vî bajarî de firûşgahekî taybet bo endamên xwe daniye û bi wan hatiye gotin hevceye kelupelên xwe bi vî firûşgahê de bikirin û neçine nav bazarê.
Her divê pêwendiyê de welatiyê han eva jî got: pişkek li fermandên sipah û arteş û herweha malbatên wan di vî bajarî de tûşî arîşeyên cilavkî bûne û heya niha çendîn karên bêislub kirine.