
Li bajarê Urmiyê 26 taxên qiraxnişîn ji tev xizmetguzariyên bajar bê par in û xelkê wan deran li bajervaniya Urmiyê nerazî ne.
Xelkê qiraxnişîn ên bajarê Urmiyê tevî nîşandan nerizayetiyê dane zanîn, ku berpirsên rejîmê di dema hilbijartinan de hezaran qewl û sozên bi bingeh didin û piştî hilbijartinan jî, ew qewl û sozên wan tenê bi gotin dimînin û bi cih nayênin.
Xelkê tqaxên qiraxnişîn ên bajarê Urmiyê diyarî kirine, taxên wan ji xizmetguzariyên wekî qîrkirina kolanan, averoyên nav kolan û park û keskatiya nav taxan bêpar in.
Heta niha çendîn caran soza bûdce ji aliyê bajarvaniya Urmiyê ve ji bo wan taxên qiraxnişîn hatiye dan, lê ne bûdce diyar e û ne jî ti îmkanat û xizmetguzariyek.
Pêka dawî amarên rejîma Îranê yên sala 2021`an, nêzî 200 heta 220 hezar kes di 26 taxên qiraxnişîn ên bajarê Urmiyê de nîştecî ne.