Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ted Poud: Di şer li hemberî terorîzmê de dibe alîkariyên di navbera rejîma Îran û Qeterê bên konitrol

13:16 - 27 Tebax 2018

Kurdistanmedia: “Ted Poud” Nûnerê devera “ Carolina”  Bûşrê Amerîkayê û endamê Senaya Amerîkayê ji dewleta “Tonald Trump”  serkomarê Amerîkayê daxwaz kiriye da ku di  rewta şerê  li hemberî terorîzimê de,  ku alîkariyên di navbera welatên wekî Îranê û Qeterê de bên kontrol kirin.

Li gorî raporta ku malpera “Fox news”ê   belav kiriye, roja Şemî 25`ê Tebaxa 2018`an,  “Ted Poud” endamê Komisyona Xizimetkirinê û Malî a Sena û nûnerên Amerîkayê û Komîteya lawkî  a wê,  derheqê karûbarên terorîzim û dabînkirina malî a van ne yasayî ye, û herwisa di mijarekê de ji vê malperê re, “nigeraniya xwe derheqê zêdebûna veguhastinên mi`amileyên pere  ji riya bankên Îranê bo bankên Qeterê aniye ziman”.

Herwisa navbirî, “destpêragihîştina rejîma Îranê bi perê biyanî, beşeke girîng a bodceya vê welatî ye ji bo piştvanîkirin ji terorîzmê da zanîn”.

 Wî nûnûerê Amerîkayê bi gazîkirina bo çavdêrîkirina tûndtir li ser welatê Qeterê ji ber pêşîgirtina rejîma Îranê ji bo dabîkirina malî a terorîzimê ji riya “Duhe” de got ku: “Dibe em piştevanîkirina berdewam a Qeterê derheq hewlên terorîsta navneteweyî de bişûpînin, û hewlên me ji bo kêmkirina piştevaniyên rejîma Îranê ji terorîzmê  hewcehî alîakriyan e, û piştevanîkirina  berdewam û dabînkirina malî a Qeterê jib o girûpên terorîstî eşkere ye”.

 Li gorî gotina wî nûnerê Senaya Amerîkayê, di demên borî de rejîma Îranê piştevanîkirina xwe ji Qeterê ragehandiye, û nigeraniyên me derheqê çalakiyên her van du welatan de bihêztir dike.

 “Ted Poud” ev yeka jî zêde kiriye ku: “Herçavan ku Wezareta Xezanedariya Amerîkayê berdewam dorpêçan li dijî rejîma Îranê didomîne, ev Wezaretxaneya dibe pirsgirêkên bi vî rengî jî berçav bigie û agehdarê çalakiyên dewlta Qeter û rejîma Îran û herwisa çalakiyên ne yasayî yên  Hizbullaha Lubnanê yên li seranserê cîhanê jî be”.

Wî endamê Komisyona Xizmetkirina Malî a Senaya Amerîkayê ev yeka jî pesend kiriye ku: “Rejîma Îranê, Qeter û Hizbollah berpirsyarê zêdebûna çalakiyên terorîstî yên di seranserê Rojhilata Navîn de ne, û em dibe dorpêçên tûntir ku destpêragihîştina rasterast a rejîma Îranê bi çavkaniyên malî kêm dike bisepînin.

“Ted Poud” daye zelalkirin ku: “Dorpêçên li dijî rejîma Îranê li ser hemû Pîşeyên girîng bandor hedibe, û li hemberî  rêberîkirina çalakiyên  afirandina alozî û nearamiyê di devera Rojhilata Navîn û cîhanê de”