Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran/ Sînemakareke Kurd hat girtin

19:01 - 23 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Tehranê sînemakarê Kurd xelkê bajarê Bane destbiserkirin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, Keywan Kerîmî serkevtiyê xelata festîvala dersxwanên fîlma Fîlofîst 8 roj berî niha ji aliyê hêzên Îtilata rejîm ve hat girtin û bo girtîgeha Êvîn li bajarê Tehranê veguhastin.
Çavkaniya han bilav kir, heya bilavbûna wê nûçê sedema girtina sînemakarê han yê Kurd ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, Di destpêka heyva Sermawez a 1392\'a Rojî ve heya niha 8 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.