Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehrîm xiste ser diravê Îranê

22:02 - 4 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Welatên Yekgirtî yên Amrîka yê li gera nû a gemaroan de dorpêç xiste ser dirav û pîşeya çêkirina tirombêlên rejîma Îranê.


Li gor ev dorpêçn nû ên Amrîka, piştî niha kirîn û firutina bi Riyala Îranê ji aliyê hevwelatiyan û kompaniyayam yasaxe û ev damezrênerane ku guhdarî ji vî biryarê bikin gemaro dikeve ser van.
Koşka sipî di daxuyaniyakê de bilavkir, ev kompaniya û damezrînerên ku diravê Riyal bal wan hebe bi awayeke ber biçav tê cezakirin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye, rejîma Îranê piştî wan ambergoyane pişkek ji darayên xwe ji dest dawe û ev pişka ku maye dorpêç tê bixine ser.
Her di vê pêywendiyê de firutina tirombêlan bi Îranê hat qedexekirin û pîşeya keştîvanî jî di vê gemaroyane de bêpar nebû.
Berpirsê keştîvaniya rejîma Îranê bi awayeke narastexwe di lêkdanekê de ragehand, ev tehrîmanae bandora xwe li ser pîşeya keştîvaniyê jî kiriye.
Amrîkayê meha Gulan 20 kompaniya û hemwelatiyên Îranê bi lîsta dorpêçan zêdekir.