
Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkevta Roja Şehîdên Kurdistanê, 10ê Xakelêweyê, bi encamdana çalakiyên banghêjî û serdana tirba şehîdan, soza xwe digel canê “Pêşewa” û hemû şehîdên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê nû kirine ku alaya xebata wan heta serkevtina dawî bi bilind rabigrin.
Têkoşerên Demokrat di bajarê Bokanê de bi hilkevta 10ê Xalekelêweyê bi belavkirina traktên taybet û serdana tirba şehîdan û bi danîna alaya Kurdistanê û logoya PDKÎ, ew roj bi bilind ragirtin û soza xwe digel şehîdan nû kirin.
Di wan cihên Bokanê de çalakiyên banghêjiyê hatine lidarxistin: “Goristana Şehîdan li Xewsabad û devera çemê Mecîdxan, devera Turcan tirba şehîdan, Kêwereş, Parka Sahilî, Kuste, Eşayir, şeqama Werziş, parka Millet, Azadigan, Elîabad, parka Endîşe, şeqama Amûziş û Perweriş, Tarîke bazar û şeqama Eskenderî”.
Di bajarê Urmiyê de li devera “Diza Dolê” li gundên Samurte, Ken`an, Nenas, Şeytan Ava û Dizê”, qehremanên Demokrat bi lidarxistina çalakiyên banghêjiyê, roja Şehîdên Kurdistanê bi bilind ragirtin û silavên germên xwe bo Hêza Pêşmerge wekî milê bi hêzê gel, şandine.
Di bajarê Sineyê de, xortên Demokrat bi hilkevta Roja Şehîdan, di roja ronahî de bi awayek berfireh li nav bajarê Sineyê de trakt û posterên taybet bi Roja Şehîdan belav kirine û bo dujminên gelê kurd dane selimandin ku xwîna sora şehîdên Kurdistanê bi heder naçe û rêbaza wan her berdewam e û şehîd tacê bi xwîn ê jiyanê ye.
Di wan cihên bajarê Sineyê de çalakî hatine lidarxistin: “Sêrêyana Cehad, Meydana Nebûvvet, çarrêyana Ebasava, şeqama nêzî çarrêyana Enasava, Kanî Kozele, Xusroava, Awiyer, Meydana Emîn beranberî girtîgeha Sineyê”.
Di bajarê Baneyê de, qehremanên Demokrat li deşta Sûrên, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hêza pêşmergên Kurdistanê û bi nivîsandina silogana “Baştirîn padaş bo şehîdan domandina rêya wan e”, 10ê xakelêweyê bi bilind ragirtin.
Di bajarê Kirmaşanê de, endamên têkoşerên Demokrat li bulwara “Taqwesan”ê roja Şehîdên Kurdistanê bi bilind ragirtin û bi vê hilkevtê, çalakiyên banghêjî lidar xistin û 75emîn salvegera bi sêdaredana “Pêşewa” bi bilind ragirtin.