Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tendurustiya du girtiyê siyasî ên Kurd li girtîgeha Mihabadê de nebaşe

15:53 - 12 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Celal Nasirî û Qasim Rehîmî azar piştî derbaskirina 6 roj li gireva birçîbûnê, tendurustiya wan têk çûye û bo bêhdariya nav zîndana bajarê Mihabadê veguhastin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî 6’ê Tebaxa 2013’an, Celal Nasirî û Qasim Rehîmî azar li benda 2’a girtîgeha Mihabadê de dest bi gireve birçîbûnê dan.
Ew du girtiyene piştî 4 rojan ku man girtibûn ji aliyê karbidestên zîndana Mihabadê li benda 2’yê de bo qeretînê vequhastin.
Du zîndaniyên han yên Kurd li girtîgeha Mihabadê tûşî nexweşiya “Kulye” (Gurçîle) û “Sil” bûne û heya niha berpirsên pêwendîdar tu tekuşînek bo çaraseriya wan nedane.
Celal Nasirî û Qasim Rehîmî azar hevdem tevî 3 kesên din bi navên Idrîs Ag, Idrîs Burna û Nasir Nasirî berwara 7’ê Adara 2011’an, ji aliyê îdareya Îtilata bajarê Bokanê ve bi sûça alîkarî tevî partiyên dijberî rejîma Îslamiay Îranê girtin û piştî berbas bûna 65 roj ragirtin bi wesîqa 70 milyîon Tûmenî bi awayekî demekî hetin serbest kirin.

Du girtiyên siyasî 11’ê Çiriya Pêşîn a 2011’an, bi13 salan zîndan hatin mehkûm kirin.