Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tepesekirina jinan, tenê çend roj piştî hilbijartinên Îranê

21:32 - 20 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Tenê çend roj piştî hilbijartinan, hêzên ewlehî û întizamiyên rejîm li gel pişikdariya jinan li yarîgaha Azadî (werzişgaha Azadî) dijayetîkirin.

Roja çarşemî 19’ê Hezîran a 2013’an, di demekê de ku hindek jinan dixwastin beşdarî li rê û resma serkevtina tîma fûtbala Îranê li gel malbata xwe biçine yarîgeha Azadî, li gel tepesekirina hêzên rejîma Îranê rûderû bûn.

Her divê pêwendiyê de malpera Hirana bilavkir, her piştî evê ku hêzên ewlehî pîşiya jinan girtina, dest bi deruşma weke”yeksaniya jin û mêr” kirin.

Hêzên întizamî û ewlehî bi gazên rundik rêj êrîş kirine ser jinan û tepese dikirin.

Eva di demekê de ye ku di dema teblîxata hilbijartinan de, rê didane jinan ku biçine nav werzişgahê de û eva derxera ewê ye ku rejîma Îranê jinan weke emrazek bi kar dibe û her demekê hevceyî bi wan hebe mifah ji wan werdigire.

Her divê pêwendiyê de pitir ji 90 hevwlatî li bajarê Tewrêzê di dema xweşî û şadiya serkevtina tîma Îranê, hatin girtin.