
Navend û Vizegeha Navokî a rejîmê li “Netenz” ê rastî pirskirêkn mezin hatiye, esmanê wê herêmê dûkel û xumamê girtiye.
Gorî zaniyariyên hinek jêderan, binka Etomî a Netenzê piştî teqîna hefteya derbas bûyî, rastî kêşeyekî mezin hatiye û karê wê rawestiya ye, gorî zaniyariyan, karnas ev çend roje mijûlî çareseriyê dane û lewma dest kirine betal kirin û berdana Gaza” Hgza florayd” ji vizegeha Netenzê.
Ji tirsê berdana wê gazê piraniya xelkê dev li kar û jiyana xwe berdane û ji wê herêmê derketine, ku heya ber wan gazên cihê tirsê nekevin.
Sipaha terorîste pastaran, di wê herêmê de di rewşa amadebaşiyê de ye, û gorî ragihandina şirketa Nêt Blaskê , hêla enternêtê jî li Netenz û zaf cihên dinê ye Îranê yan qut bûye, yan hinde lewaze ku nayête bikar anîn.
Xelkê devrûberê Netenzê û bi giştî xelkê parêzgeha Isfehanê, bona xwe parastin ji gazên Navokî, “Xwê” ya yod dar bikar tînin
Şewa derbas bûyî Jinratorên Berqa navendeke Sipaha Pastaran li herêma Sipahan a Isfehanê jî hate teqandin û Agir ber bû hemiyê û berqa wê herêmê bi temamî qut bû.
Her Şewa derbas bûyî Karxaneyekî mezine Alminyomê bi navê Lamerd li parêzgeha Fars Agir pêket û şevitî.