
Asta hinarde û awirde ya rejîma Îranê digel şerîkên wê yên bazirganiyê bo cara yekemîn nerênî bû
Roja Sêşemî, 5`ê Nîsanê, amarên ku ji aliyê Tirkiyê û şerîkên Asiyayî yên rejîma Îranê ve derheq bazirganiya rejîma Îranê di wan 3 mehên destpêka sala nû a zayînî de digel wan hatine belavkirin nîşan daye, ku bi qaseke berçav bazirganiya rejîma Îranê daketiye û herwisa hawirdeya rejîma Îranê ji wan welatan gelek zêdetir ji hinardekirinê bûye û eve jî bi wateya daketina “Teraza Bazirganî” ya rejîma Îranê ye û ev nerênî bûye.
Sindoqa Navnetewî ya Pere, IMF (International Monetary Fund), berê jî pêşbînî kiribû ku gişt hinardeye nefî û xizmetkarî û hinardeya xeyrî neftî a rejîma Îranê di sala 2020`an de, bi qasî %20 li nisbet sala derbasbûyî daketiye ku ew dê bigihe bi qasî 46 milyard dolaran û herwisa dê hawirdeya wê jî bi qasî 64 milyard dolar be.
Lê pêka wan amarên ku ji aliyê şerîkên bazirganî yên rejîma Îranê ve hatine belavkirin, pêşbîniya Sindoqa Navnetewî ya Pere, derheq hinardeya bazirganiya rejîma Îranê gelek xweşbînane bûye û hinardeya rejîma Îranê gelek zêdetir daketiye.
Pêka amarên Tirkiyê, di wan 3 mehên destpêka sala nû a zayînî de, hawirdeya wî welatî digel rejîma Îranê bi qasî 6 qatan kêmtir di beranber sala derbasbûyî de bi qasî 282 milyon dolar daketiye.