Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terha nûnerên Komarîxwaz û Demokratîxwazên Kongireya Amerîka li dijî bernameya dironên Îranê

12:15 - 1 Kanûna pêşîn 2021

Hejmarek ji nûnerên Komarîxwaz û Demokratîxwazên Kongireya Amerîkayê roja Sêşemî terhek li dijî bernameya dironên rejîma Îranê pêşniyar kirin.

Nûnerê Demokratan û Serokê Pêwendiyên Derve yê Meclîsa Nûneran, “Gregory Mix”, Nûnerê Komarîxwazan, “Michael McCall”, Nûnerê Demokratan “Ted Duch” û Nûnerê Komarîxwazan “Joe Wilson”, terhek di bin navê “Yasaya Sekînandina Dronên Îran”ê pêşniyar kirine ku firotin û veguhastina dironan bo Îranê li xwe digire.

Derhênerên wê terhê dibêjin armanc ji terha “Yasaya Sekînandina Dronên Îran”ê eva ye ku pêşî ji detpêragihîştina rejîma Îranê û hêzên wê bi balafirên bê balavirvan û dironan bigire ku dikare bo êrîşên li ser Amerîka û hevpeymanên wê bê bikaranîn.

“Gregory Mix” gotiye: “Dironên metirsîdar ên di destê rejîma Îranê de ku mezintirîn şandina terorîzam cîhanê ye, ewlehiya Amerîkayê û aştiya deverê xistiye bin metirsiyê”.

Berê jî Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê li 7`ê Xezelwera 1400`an a Rojî, çar hevwelatiyên Îran ji wan Fermandê Yekeya Dironan a Saziya Esmaniya Spaha Pasdaran digel du şîrketên Îranî bi tawana pêwendiyên wan digel Spaha Pasdaran a terorîst tehrîm kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Anthony Blinken” di vê derheqê de gotibû: “Amerîka ji her alavekê li dijî çalakiyên alozkar ên rejîma Îranê ku ji wan balafirên bê balafirvan in bikar tîne”.