Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê hevwelatiyekî Kurd li şeqamekî Pawe peyda bû

19:43 - 23 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Cesedê ciwanekî temen 26 salî tûşbûyê madeyên hişber li yek ji holên bajarê Pawê hat petdakirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia’ê, berwara 22’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, termê lawekî Kurd temen 26 salî li meydana Mewlewî a bajarê Pawe ku seba bikaranîna madeyên hişber canê xwe ji dest dabû, hat peydakirin.
Hevwelatiyê han navê wî “F-Q” û xelkê gundê “Derzdoy”a ser bi bajarê Pawe ye û bikaranîna madeyên hişber bûye sedema kuştina navirî.
Di çend salên derbas bûyî de bi awayeke berçav bikaranîna madeyên hişber di cihên giştî ên bajarê pawê de roj li gel rojê zaftir bûye.
Di vê pêwendiyê de çalakvanê varê berengar bûna madeyên hişber bi malpera Kurdistanmedia, ragihand: Temenê bikaranîna Cigare û Qelyana avî di bajarê Pawe de bo 14 salî dabezîwe û li piraniya xwendingehên nawendî û amadiyî ên vî bajarî bi bikaranîna Cigare zaftir bûye.
Çalakvanê han ku nedixwast navê vî eşkere be ragihand: A niha di piraniya qehvexane û qelyanfiroşên bajarê Pawê de diyardeya kirîn û firotin û tenanet bikaranîna madeyên hişber jî bûye diyardeya baw, weke mînakek dikarîn amaje pê bikin, qevexanên karaca kevin ya Kirmanşanê, bilwar, Derenîşte û Zemîn şar in.