Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê kolberên bajarê Mehabadê, piştî radest kirina destê malbatên van teslîme axê hatin kirin

12:34 - 11 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî 3 Ciwanên Kurd xelkê bajarê Mehabadê, li devera çiyayîa bajarê Banê firedane xwar ku li encam de canê xwe ji dest dan û paşan termê wan radestê malbata kirin.



Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, nêzîk ji 150 kes ji kes û karên wan sê kolberên ku roja 10’ Şibat a 2013’an bi armanca wergirtina termê kurên xwe serdana nawendên ewlekariyên bajarê Banê kiribûn û li encam de karîn termê wan wergirin.
Yek ji xizmên nîzîk yê Hoşyar û Husên Rostemnijad bi malpera “Kurdistanmedia” ragehand, termê ev 3 kolberên Ciwan li yek ji serdaxneyên nexweşxaneyên bajarê Sinê de hatibû ragirtin.


Wilatiyê han di axavtina xwe de got: îro Duşem berwar 11’ê Şibat a 2013’an, bavê Hoşyar û Husên Rostemnijad bi navê “Mihemed Çavşîn” gazî “nawendek” nîzamî li bajarê Mihabadê kirine û heya niha sebeba gazîkirinê nehatiye zanîn.

Çend roj berî niha, 4 kolberên Kurd bi navên Elî kurê mam Nadir, Hoşyar Rostemnijad temen 16 salî û Husên Rostemnijad temen 20 salî kurên Mihemed (Çavşîn) û Rizgar temen 18 salî kurê Kemal Ketanî li devera “Şehabedîn” a Banê ketine ber êrîşa hêzên Întizamiyên rejîma Îslamî a Îranê.

Yek ji van kolberan bi navê Elî ji destê hêzên rejîmê rizgar dibe û li dema hilatinê de dikeve ser mîna û li encam de pêyeke xwe ji dest dide.

Hêzên Întizamiyên rejîma Îsalmî a Îranê ev sê Ciwanên Kurdê din destbiser dike û paş girêdana dest û pêyan li çiyayî “Sûrkêw”ê ber didne xwarê.

Li gor gotina hevwelatiyên devera “Şehabedîn”ê pitir ji 70  hespên barhelgir ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatin kuştin.

Sê kolberên din bi “bendik û Werîs”ên ku jibo barkirina barên xwe li gel wan bûye ji aliyê hêzên rejîm dest û pêyên wan girêdane û li bilindahiya çiyayî “Sûrkêw”ê ber didne xwarê.

Termê van sê Ciwanên Kurd ji aliyê xelkê vê devera “Şehabedîn” li bajarê Banê hat derxistin.