Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîst û kanzayên derûnî

12:29 - 23 Gulan 2019

Bêhzad Qadirî

Lêkolînên ku li ser rewşa tendrustiya hûndirî hatine encamdan, nîşan didin ku para herî zêde ji ekterên sereke ên saziyên terorîstî, pirsgirêkên kûr ên psîkolojîk hene.

Hin ji pirsgirêkên hûndirî, û aloziyên kesayetî ku ev terorîst rastî wan hatine û yan jî rastî wan tên, ev in: Paranoya, Şîzo firênî, Narsîsm, kesayetî dij-civak, mirinperestî, tundrew-serneketî û kesayetiya zêdexwaz.

Li wir em dixwazin bizanin gelo terorîstên weke Sipaha Pasdaran û “DAÎŞ”, hilgirên kîjan nexweşiyên psîkolojîkî ne û hebûna wan ji bo civaka mirov çiqas tehlûke ye. Wek tê zanîn, Xumeynî, avaker û rêberê berê ê rêjîma Îranê, piştî derbazbûna çend 10 salan, kuştin, girtin, teror û cinayet, nasnameya rastîn a xwe stand û kincê trerorîzmê bi fermî lixwe kir. Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê, saziya Sipaha Pasdarên rêjîma Îslamî a Îranê weke saziyeke terorîstî da nasandin.

Yekemîn pirsgirêka pisîkolojîk Şîzofirênî ye ku ev pirsgirêk di hejmareke zaf ji terorîstan de heye. Pirraniya duxtorên nexweşiyên hûndirî ên psîkolog, bi Şîzofirêniyê, angu Şêrpenceya temirî jî binav dikin. Hin nîşanên vê nexweşiyê ev in: Alozî di fikirînê de, seh û îrada lawaz, sedem û reftara nebaş a nebûna hêza fikirikirina rast. Armanc ji nebûna hêza famkirina rastiyan ev e ku mejiyê wan kesan ji xeyalan pir e.

Ev nexweşî ji hemû nexweşiyên pisîkolojîk radîkaltir û tehlûkedartir e û xwe mîna xeyala bihîstin, xeyalên pir dûr ji rastiyan û xeyalên axivînê, famkirinek aloz ji rastiyan nîşan dide û pirsgirêka reftara civakî tîne pêş. Psîkolog vê nexweşiyê weke dînatî-şêtatî nas dikin û xeyalên herî berçavtir nîşana vê nexweşiyê ye. Yek ji wan xeyalên ku terorîstên Sipaha Pasdaran bi berdewamî tînin ziman, xeyala jinavbirina Isra`îl û berpankirina şoreşê li hemû cihanê ye. Paranoya jî yek ji wan nexweşiyan e ku di pirraniya terorîstan de xwe nîşan dide.

Gelek caran em dibînin me dîtiye û bihîstiye ku rêjîma Îran û bi taybet Sipaha terorîstî a Pasdaran, hemû cîhanê bi dujminê xwe dizane û di slogana xwe de jî dibêje, ne şerqî, ne xerbî, feqet komara Îslamî, aate ne rojhilat ne rojava, bi tenê komara Îslamî a Îranê. Bi vî rengî xuya dibe ku vê rêjîmê û saziyên wê ên tepisandinê, tûşî Paranoya bûne. Di fikra paranoyan de, ew kes difikirin ku her kes dixwaze wan jinav bibe. Herwisa bi şaşî tohmetbarkirina civak û nebûna baweriya giştî, vedigere ser Paranoya girêdayî. Ew kes tim difikirin ku hin kes bi dom pilanan ji bo wan datînin. Bo mînak, bûyerek ku para herì zêde a xelkê bi şansî datînin, bo vî kesî Paranoyek e ku bi zanebûn qewimî ye.

Ev tê vê wateyê ku sîstema fikirînê a wan kesan ber bi aqil nîn e. Gelek caran xwe hilkêşana ji ast derketî a fermandarên Sipaha terorîstî a Pasdaran Narsîsmê tînin berçavên mirov; Narsîsm an xwe perestiya ji ast derketî ku ji têkçûna kesatiya kesekî ku dibe xwedî taybetmendiyên mîna xwe bihêztirzanîn û xwe mezintirdîtin, seh bi girîngtirbûna xwe. Wek mînak: Xamneyî, rêberê rejîmê, xwe bi nûnerê Xwedê li ser erdê dizane û difikire ku desthilata Xwedê dane wî û sertir ji gotina wi nabe ti gotineke din hebe. Ew gotin, amaje dike efsaneyeke Yûnanî ku derbarê Narsîs e. Ew, ciwanek bûye û dibe evîndarê ciwaniya xwe. Dema ku rûyê xwe di avê de dibîne, dimire. Kesayetiya zêdexwaz an hejmonîxwaz, curek ji nexweşiyên psîkolojîk e û yek ji taybetmendiyên nigativ ji bo kesayetiya mirov e. Ev cureya nexweşiyê, kesayetiya xwezyarên teslîmbûna bê şert û merc in. Herwisa bi balkêşandin ser mana gotinan, ew bala xwe didin ser çarçoveya gotinê. Wek mînak: Hekî mêzeyî terorîstên Sipahê bikin ku çawan guh didin fermandarên xwe an meleyên nexwendewar, dibînin ji bo wan ne girîng e ku wateya gotinê çiye belkî a girîng kesê bêjerê gotinê ye û tenê kesatî li cem wan girîng in. Hêz peydakirina kesayetiyên wisa, weke yek ji vîrosên civakê tê hesibandin û pir metirsîdar e. Lêkolîn li ser vê diyardeyê, ji yekemîn lêkolînên civaknasiyê ên derbarê saykolojiya faşîzmî ye ku ji aliyê grûpek ji lêkolerên zanistên sosyolojyê, li zanistgeha Birklî hatiye weşandin.

 Rêjîma Îslamî a Îranê, weke rêjîmeke terorîstî û piştevana terorîzmê, di warê îdeolojîk de bo cîbicîkirina siyasetên xwe, baweriya wê bi terorê heye. Lewma tim dijberên xwe teror dike û ti guhertinek di ser vê siyasetê de nehatiye û li gor wan reftarên dijî mirovên din ku dikin, ti caran seha xwe bi tawanbarzanîn û tirsê nakin. Ew terorîstên ku dibin encamderên wan kiryaran, dujminên civakê ne ù karên wan bi gişt li dijî mirov û civakê ne. Herwisa mirinperestî ji taybetmendiyên saziya terorîstî a Sipaha Pasdaran e. Wek mînak: Di şerê malwêranker ê 8 sale ê di navbera Îran-Îraqê de, Pasdar ji bo ku herin cem Îmam Husên, bi şandina Serbaz û pasdaran bi meydana mînan û teqadina ser mînan, mîn jinav dibirin. Herwisa em dibînin ku rêjîma Îranê, çiqasî rêûresma mirinan birêve dibe û girîngiyê dide wan.

Bi vî awayî xuya dibe ku rejîm, mirinê weke diyardeyeke binav dike û terorîstên berdestê xwe bo mirinê amade dike. Wateya vê jî ev e ku ew bi hêsanî û çav girêdayî, pêşwaziya mirinê dikin û rêjîma Makiyavêlli jî wiha bi hêsanî gihîştiye amancên xwe.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine