Terorîstên hinartiye rejîma Îranê ku bi nasnama qelpe penaberiyê li welatê Swîdê akincî bibûn, berî ewê ku bikarin karekî terorîstî bikin, ji aliyê polîsê wî welatî ve hatne destbiserkirin.
Polîsê Swîdê ku meha derbas bûyî jin û mêrekî Îranî destbiser kiribûn, piştî lêkolînan hate ragihandin ku ev 2 kes terorîstê hinartiye rejîma Îranê ne ku bi navê penaber li welatê Swîdê akincî bûne û bernamerêjî kiribûn ku penaberên siyasiye dijberî rejîma Îranê li welatê Swîdê teror bikin.
Gorî rapora Rojnama “Akspêrsin” a Swîdî, ji ziman polîsê wî welatî ve, dema ku ev 2 kesane hatinî binçavkirin, ev mijûlê cîbicîkirina çend kiryarên terorîstî bûne.
Polîsê Swîdê ragihandiye ku ev 2 kesane Jin û Mêrekin ku hevjînê hevin bi navên “Selma K” û “Fuad M” ku di sala 2015an di gel penaberan hatine Swîdê û xwe wekî penaber dane nasandin.
Bi gotina berpirsên emniye Swîdê, wan 2 kesan bernamerêjî kiribûn ku karekî terorîstî di pêşerojê de bi dijî dijberên rejîmê li Swîdê encam bidin.
Polîsê Swîdê ragihand ku her çawan keysa penaberiya wan direv bûye û armanca wan xwe cih kirina di wî welatî de bûye bo encamdana karê terorîstî, egera hindê heye ku nav û nasnama wan jî bedel û ce`il be.