Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîstên Taliban di Tehranê de berteka tund a Efxanistanê li pey xwe anî

11:42 - 1 Şibat 2021

Heyetek ji girûpa terorîstî a Taliban di Tehranê de ku digel Wezîrê Derve ê rejîma Îranê civîn kiribûn bertekên tund a welatê Efxanistê li dû xwe anî.

Heyetek ji girûpa Taliban ku serdana Rûsiyê û Îranê kiribûn, bertekên heyeta civînê ya Efxanistanê li pey xwe ve anî, û tîma civînê ya Efxanistanê gotiye, tîma civînê ya Taliban civîna aştî ya welatê Qeterê bi cih hêlaye û ber bi welatên din ve çûye, ev yeka cihê qebûlkirinê nîne.

Heyeta siyasî ya girûpa terorîstî ya Taliban roja Sêşemî 7`ê Rêbendanê çû Îranê û digel hin ji berpirsên rejîma Îranê ji wan Elî Şemxanî û Cewadzerîf civîn pêk anî.

Serokê Stada Artêşa Efxanistanê derheq twîta Şemxanî ku nivîsîbû girûpa Taliban li dijî Amerîkayê şer dike, gotibû, Şemxanî têgihîştinek nedirust ji Taliban heye.

Yasîn Ziya bi berteknîşandan li dijî berpirsên rejîma Îranê gotibû, Taliban ne li dijî Amerîkayê, belkî li dijî xelkê Efxanistanê şer dike.

Nûçegihaniya “Reuters”ê roja Yekşemî 12`ê Rêbendanê, li raporekê derheq wê dîdarê dabû zanîn, “Îrana Şî`eger dehan sal e dujminê Talibana Sinî bûye, lê di wan çend salên derbasbûyî de û ji dema civîna Amerîka derheq bicihhêlana hêzên xwe di Efxanistanê de, berpirsên Îranê bi awayê eşkere digel rêberên Talibanê hevdîtin pêk anîne”.

“Washington”ê berê jî Tehran bi piştevanîkirin ji Talibanê li dijî hêzên Amerîkayê di Efxanistanê de tawanbar kiribû.