Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevlî nebûna Îranê bi konvansiyona “FATF” yê bibe sedema dorpêça para taybet û bazirganên Îranî

12:27 - 25 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Tevlî nebûna Îranê bi konvansiyona “FATF” vê bibe sedema tehrîmên para taybet û bazirganên Îranî, û herwisa berpisrê Ofîsa serkomarê Îranê û karnasekî yasayî gotine ku, ew tehrîmanane, tevî qedexekirina karûbarên bankî, bazirganên ku nasnameya Îranî hene, vê bikevîn bin bandora wan givaşan.

Pêka nûçên belavbûyî, Elî Teqewî, karnasê yasayî û karûbarê Lihemberderketina gendelî û spîkirina pere yê Wezareta Aborî û Darayî ya rejîma Îranê gotiye ku, îro û sibêkirina tevlîbûn an nebûn bi Konvansiyona “Palêrmo”yê ve, “bûye listokekî rûmetî”.

Herwa nûnerên konvansiyona Parêlmoyê di civînên xwe yên dawiyê de bi nûnerên Îranê re gotine ku, kiryarên micid yên servetir ji kiryarên piraktîkî yên dijî Îranê yê hebin, ku tevî kiryarên li hember rawestan ya FATF, bazirganên Îranî yê rastî qedexekirin û givaşan bibin.

Serokê Ofîsa serkomarê Îranê, Mehmûd Wa`izî, tevlîbûna Îranê bi FATF ê re mijarekî girîng bo aboriya Îranê daye zanî û gotiye ku, hekî Îran di lîstê reş de cih bigre, derbekî giran bi aboriya Îranê dikeve.

Bi wî awayî her kesekî Îranî an kompaniyayekî Îranî bixwaze têkîliya aborî li derveyî Îranê bike yê rastî pirsgirêkan bibin.