Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

The New York Times: “Teqîna Parçîna li bajarê Tehranê bi sedema êrîşa balafirên bêpîlot bûye”

13:48 - 28 Gulan 2022

Rojnameya Amerîkayê “The New York Times” bi belavkirina  raporekê daye zanîn ku, teqîn a li navenda leşkeriya Parçîn a li bajarê Tehranê, bi êrîşa balafirên bêpîlot hatiye encamdan.

Rojnameya “The New York Times” li roja Înê 27`ê Gulanê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku, teqîna li navenda leşkerî ya Parçîna li derdora bajarê Tehranê,  bi êrîşa balafirên bêpîlot hatiye encamdan û armanca vê êrîşê jî, lêdana damezraveyên teknolojîk ên “mûşekên navkî û balafirên bêpîlot” ên Wezareta Berevaniya rejîma Îranê bûye.

Herwisa rojnameya “The New York Times” daye zanîn ku, ev êrîşa bi rêya 5 balafirên bêpîlot ên bombrêjkirî yên cora “Quadcopter” hatine encamdan û wan balafiran xwe li navenda “leşkerî, navkî û mûşekî” ya Parçînê xistine.

Rejîma Îranê ti zaniyariyek serast li xisarên canî û malî yên vê êrîşê belav nekiriye û bi tenê gotiye ku endazyarê bi navê “Îhsan Qedbêygî” di vê bûyerê de hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye û ti zaniyariyek zêdetir belav nekiriye.

Heta niha ti alî an welatekî ew êrîş negirtiye bi stûyê xwe.