Rojnameya “The Wall Street Journal” pêka nivîsa Karnasek Şêwreya Ewlehiya Karnasan ya Saziya Netewên Yekgirtî li derheq hezaran çekûçolên Husiyan yên ku ji aliyê Amerîka ve dest bi ser de hatibûne girtin nivîsiye, belkî qiraxava Cask a başûrê Îranê derwazeya çekûçolan ji wî welatî bo Yemen û cihên dinê be.
“The Wall Street Journal” roja Şemî 10`ê Befranba 1400an a Rojî nivîsiye, ew çekûçolane pêk hatine ji hezar mûşekavêj, miselsel, tektîravêj û gelek çekên din ku di mehên derbasbûyî de ji aliyên hêzên Deriyayî yên Amerîkayê di deriyaya Ereb de hatibûne peydakirin û dest bi ser de hatibûne girtine.
Wê rojnamê di berdewamiyê de pêka karnasê Saziya Netewên Yekgirtî nivîsiye, gelek hûrdekarî nîşan didin ku rejîma Îran cebilxaneyan bo Yemenê û cihên din dişînin.
Di nivîsa “The Wall Street Journal” de hatiye ku veguhastina çekan ji belemên darî, hilgirtin û veguhastina bejayî tê bikaranîn ku ew çekûçolane berhememên Rûsiye, Çîn û Îranê ne ku ji çendîn rêyan ve wan bo Yemenê dişînin ku Amerîka çendîn sal e hewlê dide pêşiya wan veguhastinan bigire.
Rejîma Îranê ku bi awayê eşkere ji Husiyên Yemenê û êrîşên ser Erebistanê û gelek armancên din ên di deriyaya Sor de piştevaniyê dike, çendin caran şandina cebilxaneyan bo wê girûpê red kiriye û ji Karnasên Saziya Netewên Yekgirtî re gotiye ku me ti cebilxaneyek bo yemenê ne şandine û ne jî firotine.
“The Wall Street Journal” teîd kiriye ku şandina cebilxaneyan bo Husiyan, binpêkirina tehrîmên cebilxaneyî yên Saziya Netewên Yekgirtî ye ku ji sala 2015an li dijî wê girûpê hatibûne cîbicîkirin.