Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tilya sûçdariya terora penaberên siyasî li Efxanistanê, bo aliyê rejîma Îranê tê dirêj kirin

11:48 - 27 Kanûna Paşîn 2022

Piştî wê yekê ku di çend rojên derbasbûyî de 2 penaberên siyasî ku yek ji wan Kurdê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û evê dinê jî Belûçekî Pakistanê bû, li Efxanistanê hatine teror kirin, basê hindê heye ku maşîna terora rejîma Îranê li Efxanistanê de dest bi kuştina neyarên xwe kiriye.

Çend rojekan berî niha kesekî Kurd û xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê “Se`îd Xalidî” ku neyarê rejîma Îranê bû û wekî penaberî siyasî ev çend sal bû ku di Efxanistanê dijiya û mafê hevwelatîbûna efxanistanî pê hatibû danê, bi derba 3 Gulleyan hate kuştin.

 Malbata Se`îd Xalidî ragihandin ku Talibanan gotiye wan nabe xebera kuştina wî bikne mediayî.

Herwisa kesekî dinê yê Belûç bi navê Raziq Mendayî ku ev jî penaberê siyasî bû û li efxanistanê dima, hate kuştin.

Herçiqas heya niha tu aliyekê berpirsayetiya wan teroran nekêşaye ustiyê xwe, lê neyarên rejîma Îranê û xebatkarên siyasî û saziyên mafê miro û rêkxistina mafê penaberan, tekeziyê li ser hindê dikin ku ev teror bi ferman û ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kirin.

Rejîma terorîste Îranê li heçî kîdera wê cîhanê de hekî derfet jêre çêbe, bi kiryarên terorîstî neyarên siyasiye xwe ji nav dibe, ku heya niha sedan kesayetî û rêber û mirovên neyarên xwe li welatên cuda cudaye dunyayê de teror kirine, û li jêvekolînan de jî rejîma Îranê bi encamderê wan teroran hatiye nasandin.

Bi berçavgirtina rewşa tevlîheve Efxanistanê, lewma berî hemî aliyekê renge rejîma Îranê wan aloziyan bo xwe bi derfet bizane bona jinav birina neyarên siyasiye xwe.