Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tinebûna cihê komkirina zibil di Îlamê de, nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye

13:03 - 9 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nexweşxana “Zagros” a bajarê Îlamê bi rewşekî ne istandard, ziblên xwe diavêje û ew jî nerizayetîbûna xelkê li pey xwe aniye.

Welatiyên bajarê Îlamê, bi hegra avêtina ziblên nexwexaneya Zagrosê di wî bajarî de, ku bi awayekî hewce nayêne avêtin, nerizayetî nîşan dan.  

Xelk daxwaz ji karbidestên rejîma Îranê di para tendurustî û jîngeha wî bajarî de kirine, ku hewlekî bo çareserkirina wê pirsgirêkê bidin.

Nexweşxwaneya zagros, bi bê cuda kirina ziblên nexweşxanê, wan bi nava şeqaman de diavêje.

Avêtina wan ziblan dibe sedema belavbûna nexweşiyên metirsîdra di wî bajarî de.

Tinebûna cihê hewce bo avêtina zibil, bi taybet ziblên nexweşxaneyan, ku dibe bi awayekî istandard ji nav bibin, di welatê Îranê û Kurdistanê de, pirsgirêkên zêde li pey xwe aniye.

Di sala 1383`an de, yasayek hate pejirandin ku dibe ziblên nexwşxanan bi awayekî istandard ji nav bibin.

Karbidestên rejîmê gotine ku, wê yasayê cîbicî nakin û ti yasayekî berçav nagirin.

Ziblên nexweşxanê, wekî ziblê taybetî tê hesibandin, û bo ji nav birina wan ziblan, dibê fikrekî taybet bo bikin.