
Kurdistanmedia: Dibistanên Îranê û bi taybet ên Kurdistanê, bi awayekî micid digel arîşeyên kêmiya mamostayan rûbirûne, ku dibe sebeba nexwandevarî û sistbûna piroseya xwendinê di dibistanan de.
“Mihemed Bethayî” Wezîrê Perwerde û Hînkarî ê rejîma Îranê belavkiriye: Tevî hewlên me di heyamê 25 salên derbasbûyî de, bo rêkxistina hêza mirovahiyê li îdara perwerde û hînkariyê de, heya niha jî 108 hezar kes kêmahiya mamostayan me heye.
Navbirî herwisa gotiye: %30 dibistanên welat metirsîdarin û refta malnişînî û ji aliyek din ve jî asta xwendekaran rû li bilindbû ne.
Navbirî di konferansekê de, ku li yek ji avahiyên parêzgarî de birêve çû, gotiye: Di îsal de, di qonaxa temenê 6 heya 11 salî de, 2 hezar û 707 zarok di vê rêjeyê de navnûsî kirine, û hezar û 47 kes ji xwendekaran jî ji xwendinê paşketine.
Ew pirsgirêka di halekê de ye ku, di Îranê de arîşeya betaliyê rûbirûiyê mamostayan û xwendingehan bûye û, mamost di hember wê rewşê de, nerizayetî û girev encam dane, berpirsên rejîmê jî, berdewam wan pirsan pişt guh dixin.