Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tinebûna Pirê li ser çemê gundê Rewez a Çaldiranê gelek astengî bo xelkê anîne pêş

13:41 - 1 Hezîran 2020

Canê xelkê gundê “Rewez” a girêdayê bajarê “Çaldiran”ê bi hegera ava xurt a cemê wî gundî li ber gefê deye.

Xelkê gundê “Rewez” a girêdayê bajarê “Çaldiran”ê, ragihandine ku, bi hegera tinebûna “pir” a li ser çemê wî gundî, pirsgirêka derbasbûn ji wî çemî heye û gefek li ser canê xelkê û herwisa li ser terşên wan gundiyan bûye gefekî mezin.

Gorî gotina xelkê wî gundî, heya niha 2 Zarok di nava Ava wî çemî de xendiqîne û li sala derbasbûyî de jî, Mamostayek digel 2 Zarokan ketine nav Ava wî çemî û bi alîkariya xelkê, ji mirinê hatne xilaskirin.

Dewera Çalidiranê, bi hegera bilindahya çiya û baran û befir,û nezîkî bi çiyayê “Agirî” tim Av û çemên xurt hene û derbasbûn ji wan bo kesên dewerê û bi taybet kesên biyanî ku hay ji wan avên xurt nînin, gefeke meszin li ser canê wane.

Rejîma Îranê heya niha ti karek bo avakirina pirekê li ser ava gundê “Rewez” nekiriye û pêka zaniyariyan heya niha ti pirojeyek bo avakirina wê pira hewce jî tinîne û pirs û pirsgirêkên xelkê hatine piştguh xistne.