Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîrêjên çalakiyên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji Şinoyê gihîştin gundê Nê a hertim Demokrat

10:50 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên pêşmerge li gundê Nê a hertim Demokrat civîneke berfireh ji bo xelkê pêk anîne.

Daxuyanî wiha ye;

Di berdewamiya kar û çalakiyên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de li navxwey welat û di nav xelkê de, vê carê jî hêzên pêşmerge li gundê Nê a hertim Demokrat civînek pêk anîn.

Çarşemiyê demjimêr 10`ê şevê, 13’ê Pûşpera 1397’an a rojî (4’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî), Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li gundê Nê a bajarê Merîwanê li meydana Dr. Qasimlo di derbarê Rasan û xebata nû a partiya me de civîneke berfireh pêk anîn, û xelkê Nê a hertim Demokrat jî bi germî pêwazî ji wan û civînê kirin.

Li gor zanyariyên Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, jin, zarok, ciwan, pîr û kalên xelkê gundê Nê, pêşmerge hembêz kirin û bi rondik û hesirên ji xweşiyê, pêşwaziya wan kirin.

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di civînê de ji wan kesan ku alîkariya Spaha Pasdaran û saziyên sîxurî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê dikin, xwast ku vegerin hembêza gel, û pişta xwe bi xelkê xwe germ bikin.

Di dawiyê de jî, Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi çepikên xelkê, ji bo berdewamkirina çalakiyên xwe ji wir derketin.

 Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê