Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa ji navçûna jîngeha Zirêbar heye

15:47 - 18 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Tirsa ji navçûna têjkên masiyên gola Zirêbar, nigeraniya xelkê û bi taybet jîngehparêzên bajarê Merîwanê lê çêbûye.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, heyameke sedan têjkên masî ên nav gola Zirêbar bi awayekî şik û guman lêkirî ji nav diçin û bi berdewamî ew rewte, nigeraniya hemwelatiyan û bi xasmanî çalakvanên jîngehparêziyê lê cêbûye.
Çalakvanên jîngehparêzî li ser vê bawerê ne, sedemên cur ba cur hen, weke rijandina averoa gundên derdora gola Zirêbar û paygahên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li nîzîkê vê golê, girtina bendaw li ser gola Zirêbar bi awayekî nezanîn, rijandina jehr li nav ava Zirêbar û xemsariya aliyên pêwendîdar, bûye mezel (Bayîs) ku têjkên masiyan ji nav herin.
Gola zirêbarê wek yek ji mezintirîn golên ava Şirîn a cihanê ye kû li parêzgeha Kurdistan a Îranê û bi dûrîya 3 kilomêtr li rojavayê bajarê Merîwan hilketiye.
Masiya reş a xaldar, bûke masî, masiya Gamboziya, masiya Amûrî a sipî, masiya Kepûr û ...hwd, ew cire masiyanen ku li nav gola Zirêbar de hebûne lê niha pişkekî berçav nemane.

Salane bi hezaran gerok li seranserî Îran û derve serdana gola Zirêbarê dikin û serbarê vê yekê kû dahatekî gelek rind jibo dewletê heye, lê heya niha tu xizmetgozariyek jibo vê golê nehatiye encam dan.
Xemsariya nawendên pêwendîdar û jîngehparêzerên bajarê Merîwanê û karbidestên rejîma Îslamiya Îranê di vê pêwendiyê de tirsekî herî mezin li ser gola Zirêbare.