Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rejîma Îranê li birêveçuna cejna Newrozê/gazîkirina hejmarek li endamên Şevra yên gundên Mihabadê

20:54 - 14 Adar 2013

Kurdistanmedia: Îdareya “Emakin” a rejîmê li bajarê Mihabadê li tirsa birêveçuna cejna netewî a Newrozê ji aliyê xelkê Kurdistanê, şevra yên gundên devera Mhala Mihabadê hatin gazî kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di vê gazîkirinê de îdareya “Emakin”ê bi endamên şevreya gundên devera “Mehal”a Mihabadê ragehandiye: Nabe rê û resma cejna Newrozê li gundan de birêve biçe.

Hemwelatiyeke bajarê Mihanadê bi malpera “Kurdistanmedia” ragehandiye: Rejîma bi pêşgirtina merasima cejna Newrozê li Kurdistanê, dixwazê asevara koltor û şarestaniyeta Kurd linav bibin û koltora xwe ya lawaz li ser deveran de bisepînin, lê xelkê Kurdistanê hertim haydar û bi şarezayî li gel vê pîlanê rûderû dibin.

Bajarên “Sinê, Merîwan, Qurwe”a li parêzgeha Kurdistanê, li rewşeke ewlehî bêpar nebûne û hêzên rejîma Dîktatur a Îslamî a Îranê bi mebesta tirsandina xelkê li birêve birina cejna Netewî a Newrozê û hilkirina agirê kole çarşemiyê, piraniya şeqam û kulan û tax û meydan aluz kirine.