Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Today\'s Zaman: 4 kes li Turkiyê bi tawana sîxurî bo Îranê hatin binçav kirin

15:42 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Turkiye 4 kesan ku 2 kes ji wan Îranî ne sûçdar dike ku pêzanînên veşartî firotine rejîma Îranê.

Malpera dengê Amrîka bilavkir, roja duşemî berwara 8’ê Tîrmeha 2013’an, welatê Turkiyê 4 kes bi tawana sîxurî û zanyariyên veşartî ku firotine rejîma Îranê destbiser kir.

Rojnameya “Today\'s Zaman” ragihand: Dozgeriyekî welatê Turkiyê ew 4 kesane bi sûça sîxurî bo rejîma Îranê bi 20 salan cezaya girtîgehê mehkûm kirin.
Dozgerî di îdîanameya 115 rûpelî de dîyar dike agahiyên sirrî yên ser Hêzên Çekdar yên Turk, Sazîya Îstixbaratî ya Netewî (MIT) û jimareke sazîyên din yên dewletê jî hatine eşkere kirin.
Dadigeha han eva jî aniye ser ziman, ajansa Îranê hewl daye ku agahiyên ser rêvebirên girîng yên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi dest bixe.