Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora yekparçeya berevaniya esmanî li deverê nerizayetiya rejîma Îranê lipey xwe anî

12:05 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma Îranê tora yekparçeya berevaniya esmanî li deverê bi gefek li ser ewlehiya xwe binav kiriye û îdi`a kiriye ku, dê nêzîktirîn sîstemên berevaniyê bike armanca êrîşa xwe.

Malpera “Nûr News” a girêdayî Şêwreya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, roja Yekşemî 10`ê Tîrmehê,bi belavkirina “Twitt”ekê li ser tora civakiya “Twitter”ê belav kiriye: “Eger bi her awayek avakirina tora yekparçeya sîstema berevaniya esmanî li deverê li ser Îranê bibe gef, nêzîktirîn û berdesttirîn cihên wê sîstema beravaniyê dê rastî êrîşên me bên.

Herwisa nûçegihaniya “Nûr News” avakirina wê sîstemê ji aliyê Amerîka û birêveberiya nehênî ya Îsraîlê girê dide û avakirina wê sîstemê bi karek metirsîdar dizane.

Welatên deverê bo parastina xwe ji êrîşên esmanî yên rejîma Îranê biryara avakirina sîstema yekparçe ya berevaniya esmanî dane.