Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trablus: 25 kuştî û 250 birîndar

16:37 - 27 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Di encama şer û pêvçûna hêzên rejîma Beşar Esed û muxalifên rejîma Sûriyê li Trablusê 25 kes hat kuştin û 250 kes hatin birîndarkirin.
Di pêvçûnên ew hefteyek didome de 25 kesan jiyana xwe ji dest da 250 kes jî birîndar bû.Pêvçûn şev û roj didomine. Li bajêr deriyên dikan û bazaran girtî ye sûke û kolan jî vala ne. Parlamenterê Koma 14 Adarê Halit Daher wek berpirsiyarê vê bûyerê Hizbullah dît.
Her divê pşywendiyê de, li dûyemîn bajarê mezinê Sûriye li Helebê , li girtîgeha Muslumiyeyê, di şer û pevçûnên di navbera rejîma Suriyê û hêzên Artêşa Azad de, top li girtîgehê ket û jê 10 Kurd, 50 girtî hatine kuştin.
Girtîgeha Muslumiye bû hedefa topên rejîma Suriyê û hêzên Artêşa Azad. Di şer û pevçûnên di navbera her du hêzan de top li Girtîgeha Muslumiye a li Helebê ketin û jê 10 Kurd, 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.