
Di 6 mehên nîveya Îsal de, pêka sala derbasbûyî tranzîta keûpelan ji parêzgeha Urmiyê bi pîvera kîlo bi qasî %94 daketiye û herwisa li gumrikan jî %71 pêka sala derbasbûyê daketiye.
Roja Çarşemî, 21ê Çirriya Pêşîn, Berpirsê Giştî yê “Rê û Veguhastina Parêzgeha Urmiyê”, “Erselan Şokrî” daye zanîn ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê û kêmkirinên hatûçû di wê parêzgehê de, li 6 mehên nîveya îsal, tranzît ji gumrikan %71 kêm bûye û herwisa tranzîta kelûpelan ji parêzgehê bi pîvera kîlo bi qasî %94 kêmtir ji sala derbasbûyî ye.
Herwisa navbirî got: “Di wan 6 mehan de nêzî %66 a tranzît bi wê parêzgehê daketiye ku pêka pîvera kîlo bi qasî %65 e”.
Herwisa “Erselan Şokrî” daye zanîn ku di beşa misafir de jî, di nîveya yekem a îsal de pêka sala derbasbûyî, bi qasî %95 sefer bi parêzgehê daketiye û herwisa sefer ji parêzgehê jî bi qasî %96 daketiye û bi sedema Koronayê ti otobûsek ji gumrikan re hatûçû nekiriye.
Rawestandina ticaret di navbera wê parêzgehê û cihên dinê de bûye sedema hejariya jiastderketî û rejîmê ti rêkarek bo wê karesat û krîzê tinîne bi taybet li gumrikên sînorî ti dahatek bo xelkê nemaye.