Alman, Firanse û Birîtaniya careke din daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku dibe Îran bi lezgînî bizivire ser masê danûstandinên Viyenê.
Roja Pêncşemî 19ê Tebaxê,Wezareta Derve ya welatên “Almaniya, Firanse û Birêtaniya”yê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar li derheq rapora dawî ya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî li ser meyandina Uraniyomê di Îranê de nigeraniya xwe dane xuya.
Wan 3 welatên Ewropayê hewl û kiryarên rejîma Îranê bo mayandina Uraniyomê, binpêkirina aşkira û micid ên xalên Bercamê binav kir û di vê daxuyaniyê de bi micidî daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku bo lezgînkirina danûstandinên li derheq zindîkirina Bercamê bizivire ser masê danûstandinên Viyenê.
Berhemanîna Uraniyoma filizî û meyandina Uraniyomê bûye cihê nigeraniya wan 3 welatên Ewropayê û tirs ji wê yekê hene ku teknolojiya berhemanîn a Uraniyoma filizî bo çêkirina bomba navkî bê bikaranîn.
Ajansa Navnetewî ya Vizeya navkî tekezî kiriye ku, Îranê bo cara yekem Uraniyoma filizî bi çiratiya %20 berhem aniye û qasa berhemanîna Uraniyoma meyandî giyandiye bi çiratiya %60.
Troîkayê raginadiye ku ew qas meyandina Uraniyomê pêngavên girîng bo geşedan bi çekên navkî ne.
Rejîma Îranê bi meyandina Uraniyomê bi çiratiya %60 û berhemanîna Uraniyoma filîzî ya bi çiratiya %20, ewlehiya dever û cihanê xistiye metirsiyê.